NÛ BÛ

TJK-E û KCDK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 10'ê Hezîranê de em li ber Konseya Ewropayê ne!

TJK-E û KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10'ê Hezîranê li ber Konseya Ewropayê bicivin û beşdarî çalakiyên 9-11'ê Hezîranê yên li seranserê Ewropayê bibin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi sernavê "Divê tecrîd bi dawî bibe, mafê hêviyê bi cih bê anîn" daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014'an rêgeşa "Mafê Hêviyê" nas kir, hikumet da ku divê mercên Rêber Apo bêne sererastkirin û hate gotin, "Mixabin li gel ku zêdeyî deh sal di ser re derbas bûn, ev biryar hîn jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nehatiye anîn, saziyên Ewropayê jî vê pêvajoyê ji nedîtî ve tên."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê meha Hezîranê ji bo jinûve nirxandina 'mafê hêviyê' wê civîneke girîng lidar bixe. Li gorî hin gotinan, komîte ji ber berjewendiyên aborî û siyasî yên hin endamên dewletan ên bi Tirkiyeyê re vê mijarê naxwaze bixe rojevê. Ev hewlest hem li parêzvaniya mafên mirovan nayê, hem jî li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd astengiyeke mezin e.

Lewma divê em nerazîbûna xwe ya civakî bilind bikin û vê mijarê di rojeva navneteweyî de bihêlin. Bêdengî tê wateya hevpariya bi tecrîd û bêhiqûqiyê re. Ji ber vê yekê jî di 10'ê Hezîranê de em ê li Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê bin.

Weke Kurdistaniyên li dîasporayê, em bi hemû saziyên xwe yên civakî û pêkhateyên xwe têkoşîna xwe bi biryardarî dewam dikin. Li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a 27'ê Sibata 2025'an, em bi feraseta avakirina civaka demokratîk tevdigerin. Di vê têkoşînê de daxwaza me ya bingehîn eşkere û şênber e: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê tavilê bi cih bê anîn.

Azadiya wî ne azadiya kesekî bi tenê ye. Ev yek parçeyekî têkoşîna azadiyê ya jin, ciwan, gel û bindestan e. Heta ku dîwarên tecrîdê neyên hilweşandin, ne qala aştiyê dikare bê kirin, ne jî çareseriya demokratîk. Danûstandin tenê di nava mercên wekhev de û bi îradeya azad a Rêber Ocalan dema hate meşandin dikare bi ser bikeve. Ji ber vê jî 'mafê hêviyê' gelekî girîng e."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelek dewletên Ewropayê heta niha ji bo çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd gelek nêrîn gotin û hate gotin, "Mixabin ev gotin veneguherîn gavên şênber. Eger ev dewlet ji dil bûna, dikarîbûn ji bo bicihanîna 'mafê hêviyê' zext li Tirkiyeyê bikira û pêkanîn bixista dewrê. Halbûkî berevajî vê helwestê li pêşberî polîtîkaya înkar û îmhayê ya li hemberî gelê Kurd bêdeng man, tecrîd ji nedîtî ve hatin. Divê êdî ji vê şaşitiyê vegere. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê di civîna xwe ya meha Hezîranê de biryarê li ser 'mafê hêviyê' bide û bang li dewleta Tirk bike ku tavilê vî mafî pêk bîne. Ev yek ne tenê meseleyeke Rêber Ocalan, ev yek meseleyeke mirovî ye ku eleqeya xwe bi paşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn heye.

Di 9, 10 û 11'ê Hezîranê de ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di civînê de be, em ê li çar aliyên Ewropayê çalakiyan lidar bixin. Ji Cenevreyê heta bi Parîsê, ji Berlînê heta bi Amsterdamê li hemû bajaran gelê Kurd wê li gel dostên xwe li qadan be. Navenda vê pêla çalakiyê jî wê 10'ê Hezîranê li Strasbourgê be.

10'ê Hezîranê roja Çarşemê saet di 12:00 de em ê li ber Konseya Ewropayê li hev bicivin. Em ê bi hev re bibêjin: Divê Rêber Ocalan azad bibe, tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê mafê hêviyê bi cih bê anîn. Mercên muzakereya wekhev û çareseriya demokratîk pêk were."

Di vê çarçoveyê de bang li her kesên alîgirê aştiyê, mafên mirovan, demokrasiyê û gelê Kurd hate kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.

Li gorî daxuyaniyê cih û dema çalakiya li Strasbourgê bi vî rengî ye: 

Dem: 10'ê Hezîrana 2026
Cih: Pêşiya Konseya Ewropayê, Strasbourg
Saet: 12:00